Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Hewil Dide ku Parezemîna Ewrupa bi Ciwanan Bide Nasîn


Bi bernameyeke nû ya Yekîtîya Ewrupa (YE), ku navê wê ‘’DiscoverEU’’ (YE’ê kişf bike) ye, 15,000 ciwanên Ewrupî yên 18 salî dê vê havînê bê ku ti pere bidin bigerin.

15,000 kesên dê civata bijarkar dîyar bike dê li 28 welat, bi qasî mehekê li tren, otobus, gemî û hin firokan belaş sîwar bibin.

Ciwanên hatine bijartin dê karibin serdana çar welatên di hindurê Ewrupa de bikin.

Serdana bernameyê dê di ser malpera Ciwanên Ewrupa ve were pejirandin û piştre dê civata bijarkar serdanan binirxîne.

Komîsyona YE’ê dîyar kir ku ew dixwazin ku ciwan mîrata çandî ya Ewrupa binasin û peywendîyê bi mirovên welatên din re deynin.

Butçeya bernameya ku Parlamentoya Ewrupa pêşnîyaz kiriye 12 mîlyon euro ye. Li ber e ku bi bernameyê danasîna YE’ê were kirin.

XS
SM
MD
LG