Serokê Konseya Ewrupa Charles Michel îro Sêşemê piştî beşdarbûna civîna G7'an ya li ser Afganistanê, di preskonferansekê de axifî.
Michel ragihand ku Yekîtîya Ewrupa(YE) wê bi berdewamî parastina demokrasî û mafên mirov li cîhanê bike, piştî dawîbûna erka leşkerî yê welatên Rojavayî li Afganistanê.
Dawîbûna operasyonên leşkerî li Afganistanê ne dawîya soza me ya jibo pêşvebirîna serwerîya dadmendî, demokrasî û mafan li cîhanê ye."
wî got ku divê ew ji her demê pirtir pêgir bin ku piştgirîya gelê Afganî bikin.