Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Juncker: Tirkîye Xwe ji Yekîtîya Ewrupa Dûr Dixîne


Serokê Komîsyona Ewrupa Jean-Claude Juncker dîyar kir ku Tirkîye, bi gavên hikûmeta xwe, bo hilweşandina danûsitandinan zemînê çêdike.

Juncker di civîna nirxandina salê ya Yekîtîya Ewrupa (YE) de da zanîn ku Tirkîye xwe ji YE'yê dûr dixîne.

"Divê Enqere êdî serokên Ewrupî bi 'faşîst' û 'Nazî' bi nav neke" Juncker got.

Juncker dîyar kir ku Tirkîye, piştî xirabkirina peywendîyan nikare Brukselê bo peyvajoya endambûnê sûcdar bike û da zanîn ku jiber van sedaman Tirkîye nikare bibe endamê YE'yê.

YE, bo siberoja peyvajoya endamtîya Tirkîyê dê di Cotmehê de kom bibe.

XS
SM
MD
LG