Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE: Tevgera Gulen Ne Rêxistineke Terorî Ye


Kordînatorê Têkoşîna Dijî Terorê ya Yekîtîya Ewrupa Gilles de Kerchove
Kordînatorê Têkoşîna Dijî Terorê ya Yekîtîya Ewrupa Gilles de Kerchove

Yekîtîya Ewrupa (YE) ragihand ku ew Tevgera Fetullah Gulen wek rêxistineke terorî nabînin û bo ku ew vê helwesta xwe biguherînin divê hîn delîlên qewîn werin dayîn.

Kordînatorê Têkoşîna Dijî Terorê ya YE’ê Gilles de Kerchove ji Reuters’ê re dîyar kir ku ew rêxistina ku Enqere wek Rêxistina Terorî ya Fetullah Gulen (FETÖ) bi nav dike wek rêxistineke terorî nabînin û ew bawer nake ku di demên nêz de YE vê helwesta xwe biguherîne.

De Kerchove, ser kesên ku piştî hewil darbeyê jiber daxistina sepana ByLock hatine girtin jî da zanîn ku daxistina sepanê ‘’di girîngîyê de ne ewqas ne li pêş ê, divê hin daneyên berçav û saxlem werin nîşan dan’’

Hikûmeta Tirk îdia dike ku hewila darbeyê bi piştevanîya Fetullah Gulen pêk hatîye û dîyar dike ku Amerîka û welatên Ewrupî ew hewila darbeyê têra xwe şermezar nekirine.

Ji 15’ê Tîrmehê ya 2016’an vir ve li Tirkîyê 50,000 kes bi tohmeta peywendîyên bi Tevgera Gulen re hatin girtin û 150,000 kesên din jî ji kar hatin derxistin yan dûr xistin.

XS
SM
MD
LG