Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mogherini: Divê YE bi Hevkarên Navnetewî re Peywendî Xurt Bike


Berpirsa Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Federica Mogherini dîyar kir bo yekîtîyê metirsî çêbûne.

Wê bang li 28 endaman kir ku bi hevkarên navneteweyî re nêzîktir bixebitin.

Mogherini di civîna balyozên YE’ê de, da zanîn ku hemî cîhan ber bi alozîyê ve tê gêr kirin.

"Pirsa serekî ew e. Gelo ew rewşeke demkî ye, yan helwesteke demdirêj e?"

Mogherini, bê ku navê Serokê Amerîka Donald Trump bide, ser vekişîna Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê axifî û bal kişand ser girîngîya peymana klîma (îklîm) ya Parîsê.

Mogherini ser Rêxistina Bazirganî ya Cîhanî (WTO), ku ji alîyê Trump ve tê rexne kirin, got ku ew rêxistin di bazirganîyê de roleke girîng dilîze.

"Ewrupa ji bazirganîya cîhanê venekişîye. Ez bang li endamên yekîtîyê dikim ku Kanada, Avustralya, Zelandaya Nû, Japonya, Koreya Başûr û Afrîqa îkna bikin."

Mogherini da zanîn ku Komîsyona Ewrupa xwestiye ku budçeya xizmetên derve bi qasî 30 ji sedê were zêde kirin.

"Yekîtîya Ewrupa amade ye ku bi prensîp, nirx, polîtîka û çavkanîyên xwe rola xwe bilîze."

XS
SM
MD
LG