Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Derve yên YE Îro Pirsgirêka Keştîyên Binavê Gotûbêj Dikin


Alên Yekîtîya Ewrupayê(YE)
Alên Yekîtîya Ewrupayê(YE)

Wezîrên Karên Derve yên Yekîtîya Ewrupayê(YE) ewê îro Duşemê bi Fransayê re biryara betalkirina peymana çêkirina keştîya binavê ya Avustralyayê ya bi 40 mîlyar dolaran, nîqaş bikin.

Berdevikê Komîsyona Ewrupa li Brukselê ji rojnamevanan re ragihand ku civîn dê li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New York îro pêk were.

Avusturalya hefteya borî dîyar kiribû ku ewê peymana çêkirina keştîyên binavê yên bo Fransayê betal bike.

Avusturalya li şûna wê bi Amerîka û Brîtanya re peymana AUKUS îmza kiribû ku herî kêm 8 keştîyên binavê yên bi hêza navokî çêbike.

Ev gav Parîs hêrs kiriye û di navbera YE û Avusturalya de danûstandinên jibo bazirganîya azad keşebar kiriye.

Fransayê bi armanca ku nerazîbûna xwe nîşan bide, Fransayê balyozên xwe ji Canberra û Washington paşve kişand.

Ne dîyar e ku ka ev pirsgirêka ewê bandorê li ser danûstandinên bazirganî yên di navber YE - Avusturalya, ku di 12'ê Cotmehê de hatiye plan kirin, bike yan na.

"Em bandora ragihandina peymana AUKUS'ê û bandorên wê yên ser vê rênexşeyê dinirxînin," berdevikê Komîsyonê got.

Bernd Lange, serokê komîteya bazirganiyê ya Parlamentoya Ewrupa got ku "Ez texmîn dikim ku ev ewê nebe sedema rawestandina danûstandin û gotbêjên bi Avusturalya re, lê ewê pirtir aloztir bibin. "

Lange da zanîn ku dilxwazîya welatên YE û bi taybetî Fransa, ku di danûstandinên bazirganî de,bi taybet jî di derbarê çandinîyê de, tawîzan bidin, dibe ku "pir sînordar" be.

Amerîka hewl dide ku hêrs û nerazîbûna Fransayê ku hevalbendê NATO'yê ye, kêm bike.

Hikûmeta Fransa roja Yekşemê dîyar kir ku Serokkomar Emmanuel Macron ewê di çend rojên pêş de bi Serokê Amerîka Joe Biden re ser mijarê bi rêka telefonê, hevdîtinek pêk bîne.


XS
SM
MD
LG