Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE: Konferansa Lîbya bo Aştîyê Gaveke Girîng Bû


Komîsyona Ewrupa ser encamnameya Konferansa Lîbya dîyar kir ku ew ‘’gaveke girîng’’ e.

Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen û Berpirsê Peywendîyên Derve yên Komîsyona Ewrupa Josep Borell piştî Konferansa Lîbya ya li Berlîn ya paytexta Almanya daxuyanîyeke hevbeş belav kirin.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku bi konferansê bo aştîya Lîbya ‘’gaveke girîng hatiye avêtin û divê hin gelek tiştên din jî werin kirin. ‘’

Von der Leyen û Borell dan zanîn ku Yekîtîya Ewrupa (YE) bo çavdêrîya agirbesta û ambargoya çekan dikare alîkarîyê bike.

Wan dîyar kir ku wezîrên derve yên dewletên YE’ê jî dê ser encamnameya Konferansa Lîbya danûstandinê bikin.

XS
SM
MD
LG