Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Dijî Terorîzmê Peymaneke Nû Îmza Dike


Serokê Konseya Ewrupî Thorbjorn

17 endamên Yekîtîya Ewrupa ku nav de Fransa, Almanya, Brîtanya û Belçîka jî hene, îro Pêncşemê peymaneke navnetewî îmza kir ku armanc dike rê li ber kesên ji Ewrupayê bigire ku tev li komên tundrê bin.

Peymana ku ji alîyê Konseya Ewrupî ya bi 47 endaman hatiye danan, guhertinan di qanûnên heyî de dike û jimareke kiryarên bi terorîzmê girêdayî yên wek “çûyîna derve bi mebesta terorîzmê” qedexe dike.

Dîsa, “standina perwerdeya bo terorîzmê”, “danana rêxistinan bo terorîzmê” û “bi mebesta terorîzmê ayarkirina çûyîna tevlîbûyên nû ji derveyê Ewrupa” jî hinek ji wan kiryaran in ku di qanûna nû de cîh digirin.

Serokê Konseya Ewrupî Thorbjorn Jagland di îmzakirina peymanê de kêfxweşîya xwe bo piştgirîya heyî ji vê rêkeftinê re dîyar kir.

XS
SM
MD
LG