Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Dîbêje Danûstandinên Navokî Sibê li Viyana Jinûve Destpê Bikin


Dîmeneke ji danûstandinên bo vejandina peymana navokî ya 2015'an li Viyana (Arşîv)
Dîmeneke ji danûstandinên bo vejandina peymana navokî ya 2015'an li Viyana (Arşîv)

Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Duşemê dîyar kir ku danûstandinên bo vejandina peymana navokî ya têkçûyî ya 2015'an ya Îranê bi hêzên cîhanî re, wê sibe roja Duşemê li Viyanayê jinûve destpê bikin.

Amerîka ji peymana navokî ya navneteweyî di 2018'an de vekişîya û serokê wê demê Donald Trump dijî Îranê toleyên nû yên giran ragihand.

Tehranê bi zêdekirina safîtî û asta uranyuma ku dewlemend dike û herwiha berhev dike, bersîv da, yên binpêkirina pîvanên peymanê ne.

Serokê Amerîka Joe Biden dîyar kir ku ew dixwaze jinûve beşdarî peymanê be.

Brîtanya, Fransa, Almanya, Rûsya û Çîn hîn jî alîyên peymanê yên bi Îranê re ne û hewl didin ku peymanê rizgar bikin.

Dîplomatên her sê welatên Ewrupî dema ku danûstandin piştî mehekê di 28'ê Rêbendanê de rawestîyan gotibûn ku danûstandin digehêjin qonaxa dawî û pêwîstî bi biryarên sîyasî hene.

Nûnerê Rûsyayê yê di danûstandin de Mikhail Ulyanov li ser Twitterê di derbarê pêyvajoyê de peyameke weşand.

"Xûya ye ku danûstandin di qonaxa dawîn de ne ku ji hemî beşdaran biryardabûn û hewildaneke xurt pêwîst dike da ku bigihejin cihê armancê," Ulyanov got.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken roja Înêyê rakirina çend toleyên têkildarî çalakîyên navokî yên sîvîl yên Îranê îmza kir.

Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Amîrabdullahîan roja Yekşemê ev gava Amerîka wek "baş lê ne bes" bi nav kir.

Herwiha, berdevikê wezareta derve yê Îranê Seîd Xetîbzade jî îro di derbarê mijarê de axifî.

Xetîbzade ragihand ku “mijara rakirina toleyan û sûdwergirtina Îranê ji wê, xeta sor ya Îranê ye di danûstandinan de ye.”

"Washington biryar daye gavekê bavêje ku ti bandorê li ser rewşa aborî ya Îranê nake. Divê hikûmeteke berpirs yaAmerîka vegere peymanê û berpirsiyarîyên xwe bi cîh bîne," Xetîbzade got.

Piştî ku danûstandin di 28'ê Rêbendanê de rawestîyan, nûnerên her yek welatî bo şêwirmendîyan vegerîyan paytextên xwe.

Xetîbzade da zanîn ku danûstandinerê sereke yê Îranê yê navokî Alî Bagerî Kanî wê roja Sêşemê vegere Viyanayê, jiber ku danûstandin wê jinûve destpê bikin.

Nûnerê Taybet yê Amerîka bo Îranê Robert Malley roja Yekşemê dîyar kir ku ewê bo domandina danûstandinên ser vejandina peymana navokî vegere Viyanayê.

Robert Malley da zanîn ku serok Biden hîn jî domandina danûstandinên Viyanayê daxwaz dike.

" Ev sembol yan nîşaneke bawerjîya me ya domdar e ku peyman ne termeke mirî ye - ku divê em wê vejînin jiber ku ew di berjewendîya me de ye," Malley got.

XS
SM
MD
LG