Rêberên Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Pêncşemê di derbarê kiryarên alozdar ya Rûsyayê hilcivînek pêk tînin û dijî Rûsya toleyên nû, nîqaş dikin.
Serokên welatên Baltîk û Ewrupaya navendî ragihandin ku YE li gelek enîyan rastî êrîşên ji hêla Rûsyayê ve tê û divê ew li pişt toleyên aborî yên nû yên dijî Rûsyayê, bibin yek.
Hevdem, wan bal kişand ser xeterîya êrîşên leşkerî yên Rûsyayê ji Belarûsê yên dijî Lîtvanyayê.
Hişyarîyên di hilcivîna YE de, hişyarîyên herî rasterast yên di hefteyên dawî de bûn, dema ku Amerîka û hevalbendên wê yên NATO'yê hewil didin ku îhtîmala pêkhatina êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê rawestînin.
Ajansa Reutersê ragihand ku wê peşnivîsa daxuyanîya encamên hilcivînê bi dest xistiye.
Li gor wê peşnivîsê, rêberên YE dê hişyar bikin ku heke Rûsya êrişî Ukraynayê bike, ewê "encamên mezin" hebin.
Ukrayna ew demek e yek ji mijarên sereke yên welatên rojava û Rûsya ye.
Amerîka dibêje ku Rûsya bo dagirkirina Ukrayna li sînorê wê pirtir ji 100,000 leşker kom kirine.
Moskow dibêje kiryarên wê bi temamî bo berevanîyê ne û Ukrayna û welatên Ewrupî bi gurkirina girjîyê tawanbar dike.