Yekîtîya Ewrupa careke din bang li Tirkîyê dike ku li ser encamên referanduma ku desthilateke berfireh dide Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, lêpirsîneke zelal bike.
Berdevkekî Serokê Komîsyona Ewrupî Jean-Claude Juncker li Brukselê got ku çavdêrên bêalî îdiayên bêrêkî û kiryarên neqanûnî tînin pêş û divê ew ji alîyê hikûmetê ve bi baldarî bêne lêpirsîn.
“Jiber raporta çavdêran, nêzîkbûna encamên ragihandî û bandorên berfireh yên guherîna xalîn qanûna bingehîn, em bang li karbidestên Tirk dikin ku gavên pêştir bi baldarî bavêjin û konsensusa netewî pêk bînin.”
Juncker bang li hemî alîyan kir ku bi berpirsane gavan bavêjin û ji hikûmetê xwest ku bo bêrêkîyên ku çavdêran dîyar kir, lêpirsîneke şefaf veke.
Berdevk da zanîn ku ne Juncker, ne jî serokê Konseya Ewrupî Donald Tusk jibo referandumê ligel Erdogan peyîvîne.