Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Sêşemê ragihand ku Yekîtîya Ewrupa (YE) dê di demeke nêz de dijî Rûsya hin toleyên nû ragihîne.
Reutersê ew agahî ji zarê Berpirsa Enerjî ya YE’ê Kadri Simson ragihand.
Simson di preskonferansekê de da zanîn ku dîroka paketa nû ya toleyan hîn dîyar nebûye.
Wê da zanîn ku mîna toleyên din, divê berê welatên YE’ê wan bipejirînin.
YE’ê heta niha dijî Rûsya jiber dagirkirina Ukrayna pênc paketên toleyan ragihandine.