Serokê Konseya Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Duşemê dîyar kir ku heya ku rêvebirîya otorîter ya di bin Serokê Tirk Tayyîp Erdogan de berdewam bike, pêşketina peywendîya YE ya bi Tirkîyê re ewê dijwar be.
"Me, di derbarê serwerîya hiqûqê, mafên bingehîn, vekişîna ji peymana Stenbolê û her wiha ser azadîya derbirînê û armanckirina partîyên siyasî û medyayê de, fîkarên xweyên kûr anîn ziman," Michel got.
Charles Michel, Serokê Konseya Ewrupa Charles Michel piştî seredana xwe ya di 6'ê Nîsanê ya Enqereyê îro agahdarî da Parlamentoya Ewrupa.
"Heke di vî warî de pîvanên neyînî berdewam bikin, zehmet e ku mirov hevkarîya berfireh ya bi Tirkîyê re bifikire ," Michel got.