Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Dê ji Pfizer û BioNTechê 100 Mîlyon Vaksînên Din Bistîne


Yekîtîya Ewrupa (YE) dê biryar da ku ji vaksîna vîrusa korona ya Pfizer û BioNTechê çêkiriye, 100 mîlyonên din bistîne.

Serokê Komîsyona YE’ê Ursula von der Leyen dîyar kir ku wan dîtiye ku vaksîna Pfizer û BioNTechê ewle û bi bandor e û ewê tevî 100 mîlyonên dawî ji wê vaksînê 300 mîlyon bi dest wan kevin.

Von der Leyen da zanîn ku YE dê di demeke nêz de ji kompanîyên din jî dest bi sitandina vaksînan bike.

Li gor peymana YE, Pfizer û BioNTech dê heta Îlona 2021’an 200 mîlyon vaksîn bi yekîtîyê de û 100 mîlyon vaksînên din jî bi opsîyon e.

Sazîya Dermanan ya Ewupa (EMA) di 21’ê Berfanbarê de bo vaksîna Pfizer û BioNTechê destûr dabû û di 27’ê Berfanbarê de li seranserê yekîtîyê vaksînkirinê destpê kiribû.

XS
SM
MD
LG