Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Ser Kêşeya Venezuela Koma Danûstadinê ya Navneteweyî Ava Dike


Dewletên Yekîtîya Ewrupa (YE) bo çareserkirina kêşeya sîyasî ya Venezuela û piştgirîya hilbijartinên demokratîk yên wî welatî Koma Danûstandinê ya Navneteweyî ava kir.

Karbidesta Bilind ya Polîtîkayên Derve yên YE’ê Federica Mogherini ser komê axifî.

Mogherini dîyar kir ku koma YE’ê dê di navbera alîyên sîyasî de nebe navbeynkar û da zanîn ku hewcedarîya wan bi rêkên pêşdebirina qonaxên sîyasî heye.

‘’Li Venezuela bi awayekî eşkere xuya dibe ku tevgereke demokratîk heye’’ Mogherini got.

Wê da zanîn ku ger Koma Danûstandinê di 90 rojên pêşî de tiştekî erênî çêneke dê were belav kirin.

XS
SM
MD
LG