Berpirsê Ofîsa Peywendîyên Gel ya Partîya Yekgirtîya Îslamî Abdulxaliq Mawetî dibêje ku partîya wî operasyonên Tirkîyê yên nav axa Herêma Kurdistanê şermezar dike.
"Em herwiha îhtîmala şerekî dijî PKK’ê li Qendîlê jî şermezar dikin û emê peywendîyên xwe yên dîplomatîk bi kar bînin ku nehêlin Tirkîyê pêngaveke wiha bavêje.”