Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Afrîka: Sudan Nexşerêya Me Pejirand


Hêzên Yekîtîya Afrîka li Sudanê
Hêzên Yekîtîya Afrîka li Sudanê

Yekîtîya Afrîka dibêje, Sudan nexşerêyeke wê qebûl kiriye, jibo sekinandina tundûtûjîyê û çareserkirina kêşeyên ligel Sudana Başûr.

Serokê Komîsyona Yekîtîya Afrîka Jean Ping, di daxuyanîyekê de roja Çarşemê got, wî nameyek ji Wezîrê Derve yê Sudanê Alî Ahmed Karti wergirt ku tê de dibêje Xertûm qebûl kir wek destpêk plana Yekîtîya Afrîkayê bikar bîne.

Ev nexşerê 90 rojan dide her du welatan ku yan problemên xwe çareser bikin, yan jî rastî toleyên civaka navnetewî werin. Yekîtîya Afrîkayê got, Sudana Başûr jî destpêka vê hefteyê plan qebûl kiribû.

Civata Ewlekarîyê ya NY roja Çarşemê bernivîseke nû amade kir ku bang li her du welatan dike şer rawestînin.

Bernivîsa Civata Ewlekarîyê hişyarî dide her du alîyan ku yan bigehine rêkeftinekê derbarê petrol, sînor û kêşeyên hemwelatîyê, yan jî ewê rastî cezayan werin.

XS
SM
MD
LG