Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewropa Piranîya Cezayên Dijî Burmayê Dicemidîne


Karbidestên Yekîtîya Ewropa geheştine biryareke girîng ku piranîya cezayan jibo salekê ji ser Burma bicemidînin, wekî bersîv jibo reformên demokratîk ku vê dawîyê li welat pêk hatin.

Çend dîplomatên Yekîtîya Ewropa roja Pêncşemê gotin, tê çaverê kirin ku ji bilî ambargoya leşkerî, hemî cezayên ser Burma werin rakirin.

Biryar e ev yek roja Duşemê, li dema civîna wezîrên derve yên Yekîtîya Ewropa li Luksemburg were pejirandin.

Karbidest dibêjin rahiştina cezayên ku salekê dimîne, jibo wê yekê ye ku piştgirîya reformên pirtir li Burma bike ku bi rêya hikûmeteke sivîl rêve diçin.

Ev hikûmeta sala borî hate ser desthilatê, piştî ku artêşa wî welatî bi dehan salan hikûm kiribû.

XS
SM
MD
LG