Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewropî Libere Pêtir Dorgirtina Li ser Hikûmeta Esed Danit


Yekîtîya Ewropî Libere Pêtir Dorgirtina Li ser Hikûmeta Esed Danit
Yekîtîya Ewropî Libere Pêtir Dorgirtina Li ser Hikûmeta Esed Danit

Yekîtîya Ewropî libere pêtir dorgirtina li ser Hikûmeta Serokê Sûrî Başar Esed danit jiber tepeserkirina xwepêşanderan.

Wezîrên derve yên Yekîtîya Ewropî dê li roja Pêncşemê dengî bidin li ser danana astengan li pêş pazirganîyê digel Dîmeşqê.

Ev pêşhat li wî demi ne ku dehan hezar Sûrîya nerazêbun diyar kirin hember toleyên aborî yên Komkara Erebî li dijî Sûrîye ragihandîn li roja Yekşemê.

Her li vî demî Wezîrê Derve yê Sûrîye Welîd Mualim dev avêt biryara Komkarê û got ew ragihandina şere aborîyê ye. Wî got jî ew rêkxistîya Ereban bawer naket pîlaneka bîyanî dijî Sûrîye heye.

Raporteka roja Dûşemî ya Netewên Yekgirtî dibêjit leşkerê Sûrî tawanên dijî mirovatîyê kirina li demê bi awayekê hovane zor hember xwepêşanderên dijî hikûmetê.

XS
SM
MD
LG