Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekrezîya Kurdan li Duhokê Mijara Herî Germ E


Duhok
Duhok

Ev nêzî 30 sal in ku Kurd bi xwe desthilatê bi rê ve dibin û berdewam behsa yekgirtin û yekrêzîyê di her kombûn û her konferansekê de dikin.

Lê di warê pratîkê de welatî bi guman in ku ev xewna wan bibe rastî.

Di konferansa yekrêzî û destûrê de, ku di 19ê Gulanê de li Hewlêrê bi amadebûna piranîya rêberên Kurd, nûnera NY li Îraqê Jeanine Plasschaert hatibû encamdan.

Li ser wê babetê mamosta Muhsîn Ebdulrehman dibêje ku di hebûna Kurdan de ev xwasteka hemî welatîyan bûye loma bila sed gotin gorî kiryarekê bibin.

Rojnamevan Zekî Qeblan jî dibêje ku ev 30 sal in ku manşet û axaftinên tev rêberên herêmê bo yekrêzî û yekbûnê ne.

“Lê, di warê pratîkê de 180 pileyan berovajîya axaftinên wan in, loma êdî gel nema bawerîya wan dike.”

Çaverê ye ku hilbijartinên Îraqê di vê salê de werin encamdan, bi yekrêzî û yekhelwêstî ber bi Bexda hin hêvî li cem welatîyên herêmê peyda dibin.

SB_05_24_2021_Yekrezîya_Kurdan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:43 0:00

XS
SM
MD
LG