Yekîtîya Ewropayê (YE) îro Duşemê, li gor daxuyanîyekê, çend kesên ku propagandaya Rûsyayê dikin û komeke êrîşkarên sayberî ya alîgira Rûsyayê xistin nav lîsteya xwe ya cezayan a li dijî Rûsyayê.
Di nav 32 kes û sazîyên ku di lîsteyê de ne, koma êrîşkarên sayberî NoName057(16), kesayetên televîzyona Rûsî Vitaly Eliseev û Petr Marchenko, çalakvanê medyaya civakî û şîrovekarê leşkerî yê ji Ukraynayê Yurii Podoliaka, û Chay Bowes ji kanala RT International, ku kanaleke nûçeyan a navneteweyî ya Rûsyayê, hene.
Li gor rojnameya fermî ya YE’ê, NoName057(16) komeke êrîşkarên sayberî ya alîgira Rûsyayê ye û berpirsîyarîya êrîşên sayberî ên li ser sazîyên hikûmetê, binesazîyên girîng û kompanîyên taybet ên Ukrayna, Amerîka û welatên endamên YE’ê digire ser xwe.
Kesên ku di vê lîsteyê de ne, mal û milkên wan li YE’ê tên cemidandin û qedexeya rêwîtîyê li ser wan tê danîn.