Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yellen: Divê Amerîka û Çîn 'Rasterast' Li Dor Xemên Aborî Biaxivin


Wezîra Xezîneyê ya Amerîka Janet Yellen roja Şemiyê di civînekê de bi cîgirê serokwezîrê Çînê He Lifeng re got, divê Washington û Pekînê "rasterast" danûstandinan bikin, dema ku fikarên wan li ser pratîkên aborî yên taybetî yên hevûdu hebin.

Yellen got,"Tevî aloziyên vê dawiyê, me sala 2022an di bazirganiya dualî de rekorek tomar kir, ev jî destnîşan dike ku cîhekî mezin heye ku tê de kompaniyên me bi bazirganî û weberhênanê re mijûl bibin."

Wê ev axaftin li mêvanxaneya dewletê Diaoyutai kirin, di gera xwe de ku wê tekezî li ser hevkarîya mezintir di navbera herdu alîyan de kir.

Cîgirê serokwezîrê Çînê jî di civîna bi Janet Yellen re got ku ew dilgiran e ji ber "bûyerên neçaverêkirî" yên ku ziyanê didin têkiliyên bi Amerîkayê re.

He Lifeng got, "Mixabin, ji ber hin bûyerên neçaverêkirî yên wekî wê keştiya esmanî, hin pirsgirêk di pêkanîna lihevkirinan de derketin, ku her du serokên dewletan di lûtkeya sala borî de li hev kiribûn." Wî amaje bi balona sîxurî ya Çînî kir, ku di destpêka vê salê de ji alîyê Amerîkayê ve hatibû xistin.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG