Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Çekdarî de 8 Kes li Yemenê Hatine Kuştin


Shabwa, Yemen

Di êrîşeke gumankirî ya El Qayde ya dijî xeleke ewkekarîyê de 5 hêzên ewlekarîyê û 3 çekdar li herêma Şabwa ya Yemenê hatine kuştin.

Êrîş dane sibê ya îro li bajarê Ataq ya navenda herêma çîyayî Şabwa qewimî û di êrîşê de herî kêm 4 hêzên din yên ewlekarîyê jî birîndar bûn.

Heta niha kes berpirsîya êrîşê negirtiye ser xwe, lê kesên armanckirî girêdayî hêza cûdaxwaz ya başûrê Yemenê ne ku piştgirî ji Mîgehên Yekbûyî yên Erebî digirin û piranîya başûrê Yemenê kontrol dikin.

Karbidestên Yemenî, ku nexwest nave wan eşkere be, ji AP re got ku hêzên piştgir ji cîhê bûyerê re hatine şandin ku nêzî bîrên neftê ye û li ser rêya ber bi sînorê Erebistana Saudî ye.

Wan got ku li wê herêmê çekdarên El Qayde çalakîyan dikin û ew bawer dikin ku ev êrîş jî ji hêla wan hatiye kirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku El Qayde ya li Nîvgirava Erebî, tevî koma din ya tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) di salên dawî de kiryarên xwe li jimareke herêmên Yemenê xurt kirine.

XS
SM
MD
LG