Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yemen Operasyoneka Mezin li Dijî El Qayde Destpê Dike


Karbidestên Yemenî dibêjin ku bi kêmî ve 16 çekdar û 12 leşkerên hikûmetê roja Yekşemê hatin kuştin, li demê ku hêzên hikûmetê bi piştevanîya balafiran operasyoneka mezin destpê kir.

Armanca wê operasyonê, kontrolkirina bajarê Zincibar e ku li bin destê çekdarên El Qayde ye.

Hevdem, John Brennan şîretvanê Serok Barack Obama bo berengarbûna terorê li paytexta Yemenê bi Serok Abid Rebbû Mensûr re civîya.

Brennan pêgîrîya Amerîkayê bi tenahî û diyaloga niştîmanî li Yemenê ragihand.

XS
SM
MD
LG