Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Yemenê Êrîşeka Berguman a Koalisyonê 4 Kesan Dikuje


Serhildêrekî Hosî

Berpirsên serhildêrên Yemenê dibêjin êrîşeka esmanî ya Erebistana Saudî li derveyî avahiya Tilfizyoneka serhildêran bi kêmanî 4 kes kuştin.

Berpirsan îro şemiyê got êrîşa doh Înê dergehê serekeyê avahiyê ji xwe re kiribû armanc.

Wan nexwestin navên xwe diyar bikin ji ber ku wan desthilata axaftina li gel medya nebû.

Gewahîderan êrîş piştrast kir, lê pêwendî li gel koalisyonê yekser nebûn ji bo şîrovekirinê.

Koalisyona bi serkirdayetiya Erebistana Saudî, ji sala 2015an ve di şerekî de ye li dijî serhildêrên Şîaa ku bi navê Hosiyan tên nasîn.

Şerê Yemenê ta niha 10 hezar kes kuştine, 3 milyon bêşûnûwar kirine û welat derbasî biçîbûneka giştî kiriye.

XS
SM
MD
LG