Breaking News

Brîtanya Cezayên Nû li Dijî Koma Hûsîyên Yemenê Biryar Dide

Dîmenên çekdarên Yemenî di dema pevçûnên di navbera çekdarên Huşî û leşkerên Hikûmeta Yemenê ya bi piştevanîya Erebistana Siûdî li Tai'z.
Dîmenên çekdarên Yemenî di dema pevçûnên di navbera çekdarên Huşî û leşkerên Hikûmeta Yemenê ya bi piştevanîya Erebistana Siûdî li Tai'z.

Hikûmeta Brîtanyayê îro Sêşemê 24'ê Mijdarê cezayên nû bi ser koma Hûsîyên Yemenê de, ku Îran piştgirîya wan dike sepandin.

Hikûmeta Brîtanyayê biryara sepandina cezayên nû li dijî komê û çar berpirsiyarên wê ragihand.

Biryara cezayan piştî zêdebûna êrîşên Hûsîyên Yemenê yên li nava welêt û li dijî Erebistana Siûdî hat.

Wezareta Derve ya Brîtanyayê ragihand ku Ansar Allah, ku bi navê Hûsîyan tê naskirin, dê rastî cemidandina mal û milkan û qedexeya hin çalakîyên aborî were.

Herwiha çar kesên payebilind ên komê dê rastî cemidandina milkên wan, qedexeya seferkirinê û qedexeya rêvebirina kompanîyan bihên.

Brîtanya dibêje ku êrîşên Hûsîyan li ser keştiyên bazirganî yên tengava Bab el-Mendebê zincîra dabînkirina cîhanî xirab kirine û ev bûye sedem ku lêçûnên jiyanê li Brîtanya jî zêde bibin.

Hikûmeta Brîtanya di daxuyanîyê de dibêje, herwiha, êrîşên li dijî binesaziya sivîl a Erebistana Siûdî û şerê nû li Yemenê fikarên ewlehiyê zêde kirine.

Wezîrê Derve yê Brîtanya, Edward Miliband got ku êrîşên Hûsîyan li dijî sivîlan û hevalbendên Brîtanyayê nayên qebûlkirin û divê hesabpirsîn li dijî berpirsiyarên wan pêk were.

Hikûmeta Brîtanyayê herwiha piştrast kir ku ew piştgirî dide gelê Yemenê û sazîyên fermî yên welêt. Brîtanya dê alîkarîya mirovî bidomîne û tekez kir ku cezayên nû li dijî Hûsîyan in, ne li dijî gelê Yemenê.

XS
SM
MD
LG