Serkirdeyên êlên Yemenê dibêjin firokeke bê firokvan ku gumane Amerîkî ye, di êrîşekê de 4 çekdarên al-Qaîde kuştin di nav de jî serkirdeyekî meydanî.
Serkirdeyên êlî îro Yekşemê got êrîş li navçeya Ehwar bû ku di bin destê al-Qaîde de ye li parêzgeha Ebyen a başûrê welêt.
Wan ji tirsa tolvedanê nexwest navên xwe diyar bikin.
Gurûpa ku li Yemenê bi navê (al-Qaîde li Nîvgirava Erebî) tê nasîn, bû demeke dirêjewek şaxê herî metirsîdar ê al-Qaîde li cîhanê tê navkirin û hewil da ku êrîşan li hindirê Amerîka pêk bîne.
Ev bêhtirî sê salane Yemen rastî şerê navxweyî hatiye. Al-Qaîde û çekdarên girêdayî gurûpa Dewleta Îslamî, ji bo bihêzkirina hebûna xwe li wir, tevliheviya heyî gur kir .