Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Derdora 20 Milyon Yemenî Bê Xwarina Misoger in

FILE - In this Aug. 25, 2018 file image made from video, a severely malnourished girl is weighed at the Aslam Health Center in Hajjah, Yemen. The U.N. food agency said Wednesday, Sept. 19, 2018, that time is running out for aid groups operating in Yemen t

Bi sedema şerê navxweyî yê Yemenê, bêhtirî 20 milyon Yemenî xwarina wan ne misoger e.

Daxuyaniyeka hevbeş a rêxistina xwarin û çandiniyê ya Neteweyên Yekgirtî, UNICEF û Programa Xwarinê ya Navnetewî, îro Şemiyê got şerê Yemenê kirîza herî xerab a Cîhanê encamp da.

Ajansan di vê ragihandinê de pala xwe daye ser rapirsîna ewlekariya xwarinê ku bi alîkariya wê asta birçîbûnê li welatan tê ragihandin.

Ajansan got berê 15.9 milyonê Yemenî birçî ji xew şiyar dibin û 20 milyon rastî nebûna ewlekariya xwarinê tên.

Serokê Programa Xwarinê ya Navnetewî David Beasley got bilindkirineka mezin di asta alîkariyan û gihîştina hemî herêmên Yemenê de pêwîste ji bo kêmkirina kirîzê.

Wî huşdarî da û got eger ev gav neyên avêtin wê pirçîbûn nifşeka temam a zarokan rastî wendabûnê bike.

Raport hate belavkirin di demekê de ku berpirsên hikûmeta Yemenê û niwênerên serhildêran bi çavdêriya Neteweyên Yekgirtî li Swêdê tevlî axaftinên aştiyê bûne .

XS
SM
MD
LG