Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serihldêrên Hosî li Yemenê Xala Deryayî ya Hodeyda Radestî Hêzên Hikûmetê Dikin


Berpirsên Ewlekariyê li Yemenê dibêjin serhildêrên Şîiî xala derya yî ya sereke li ser Derya Sor radestî hêzên nobedarên deryayî yên hikûmeta Yemenê kir.

Wan îro Şemiyê got proseya radestkirinê bi çavdêriya niwênerên Neteweyên Yekgirtî pêk hat, wek beşek ji rêkeftinekê di çarçoweya axaftinên aştiyê de ku demekê berê vê mehê li welatê Swêd bêrve çûn.

Berpirsan nexwest navên xwe diyar bikin ji ber ku wan desthilata axaftina li gel medya nebû.

Axaftinên aştiyê li Swêdê her wiha rêkeftinek encam da li dor bihevguhertina hezaran girtiyên herdû aliyan.

Di şerê Yemenê yê ku di sala 2014ê de dest pê kirî de, serhildêran Senaa ya paytext kontrol kir. Niha ew piraniya bakurê Yemenê kontrol dikin, di navde jî Hodeyda. Koalisyona bi serkirdayetiya Erebistana Saudî ji sala 2015ê ve bi awakî leşkerî piştgiriya hêzên hikûmetê dike.

XS
SM
MD
LG