Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Digihe Sayloyên Gênim li Hodeyda Yemenê


Ajanseka Neteweyên Yekgirtî dibêje wan xwe gihand sayloyên gênim li bajarê Hodeyda yê Yemenî ku renge karibe nanê bi sedan hezar welatî dabîn bike.

Peyvdarê Programa Xwarinê ya Navnetwî Herve Verhoosel got tîmekî wan yê teknîkî bo cara yekem gihîşte bingeha Red Sea ya ku derdora 51,000 ton genim vedihewîne û dikare 3,7 milyon kes bo mehekê bi nan bike.

Ajansê got tîma wan meha Şubatê gihîştibû encamekê ku renge 70 ji sedî ji genimê wan sayloyan xerab bûbe.

Verhoosel got du meh piştî wê nirxandinê derbas bûn û dibe ku genim hîn xerabtir bûbe.

Tê zanîn ku şandiyê Neteweyên Yekgirtî Martin Griffiths îro Yekşemê gihişte Senaa ya paytexta Yemenê ji bo gotûbêjkirina rewşa Hodeyda û derdora wê.

XS
SM
MD
LG