Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saûdî Dibe Armanca Mûşekek Din Ya Balistîk


Mûşekên Balistîk yên Îranê
Mûşekên Balistîk yên Îranê

Erebistana Saûdî roja Înê ragihand ku, li nêzîk sinorê Yemenê welatê wan rastî mûşekek din ya balistîk hatiye ku, jêderê avêtina wê Yemen e, mûşek ketiye ser axa Erebistana Saûdî, piştî çend seatan tevgera Husyan ragihand bû ku wan mûşeke avêtiye.

Televizyona fermî ya Erebistana Saûdî li gûr daxûyaniya wezareta berevaniyê dide zanîn ku, hêzên wan yên dije esman, mûşekek balistîkî hingaftiye li hindavî Najran ya ku, dikeve Başûrê Rojavayê Erebistana Saûdî.

Turkî al-Malikî Peyvdarê Hevpeymaniya Erebî ya bi serokatiya Erebistana Saûdî got, ev karê "dojminkarane", diyar dike ku Îranê dest ligel heye, mûşekan dide Husyan, lê her car Îran vê îdia Erebistana Saûdî red dike.

Peyvdar, dibêje mûşeka îro herêmek bi qelebalix kirîye armanc, ziyan gihane milk û malê welatiyekî lê peyvdar behsa ziyanên giyanî nekir.

Al-Malikî car din bang li Civaka Navnetewî kir da ku, pêngavên cidî bihên avêtin jibo "Zêdegaviyên" Îranê rawestînin.

Kenalê Televizyona taybet ya Husyan serê sibeya Înê ragihand bû ku wan mûşekek avêtiye, ev mûşeka siyan ya Balistiye ji 4î Mijdara bûrî heta nihe Erebistana Saûdî dikin armanca xwe.

Wek tê zanîn, roja Înê liser daxwaza Amerîka dê Civata Ewlekariyê li New York civînek taybet liser rewşa Îranê pêk bînin.

XS
SM
MD
LG