Breaking News

Hêzên Yemenê ji Tengava Bab Mendebê Vedikişin

FILE PHOTO: Views of Bab el-Mandeb strait, Yemen
FILE PHOTO: Views of Bab el-Mandeb strait, Yemen

Hêzên Çekdar ên Yemenê yên ser bi hikûmeta ku ji aliyê civaka navneteweyî ve tê naskirin, îro Yekşemê ragihand ku wan "nûbicihbûn" li herêmeke nêzî tengava Bab Mendebê pêk aniye, bi armanca baldarîya li ser parastina Edenê ku hêz bi piranî lê bicih bûne.

Ajansa Reuters dibêje ev gav wekî paşvekişaneke ji bo helmeta leşkerî bi piştgirîya Siûdîyê li hember koma Hûsîyan ya ku bi Îranê re hevalbend e, tê dîtin.

Hêzên Çekdar ên Başûrê Yemenê di daxuyanîyekê de li ser platforma X'ê got: "Hêzên Çekdar ên Başûr pêkanîna operasyoneke ji nû ve bicihbûnê ya hêzên xwe ji Balafirgeha Zubabê û herêma Bab Mendebê li rojavayê parêzgeha Teizê radigihînin."

Di daxuyanîyê de herwiha hat gotin: "Ev gav li ser bingeha pêşînîya dabînkirina ewlehîya paytext Edenê û parêzgehên cîran, xurtkirina enîyan û rûbirûbûna gefên heyî tê avêtin."

Heta niha ti bersiv ji alîyê Hûsîyan an jî Siûdîyê ve, ku hevalbenda sereke ya navneteweyî ya hikûmeta Yemenê ye, derneketine.

XS
SM
MD
LG