Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ereb Toleyên Dijî Sûrîyê Eşkere Dike


Wezîrê Derve yê Qatarê Şêx Hamad Bîn Casim El Tahanî û Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Ereb Nebîl El Erebî
Wezîrê Derve yê Qatarê Şêx Hamad Bîn Casim El Tahanî û Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Ereb Nebîl El Erebî

Yekîtîya Ereb do Şemîyê mal û hebûnên 19 karbidestên bilindyên Sûrî cemidand û qedexe kir ku ew kes serdana dewletên Ereb bikin.

Piştî civîna li Doha, Wezîrê Derve yê Qatarê Şêx Hamad Bîn Casim El Tahanî axaftinek kir. El Tahanî ku serokê komîteya prosesa aştî ya Yekîtîya Ereb e got, komîteya wan heta Yekşemê muhlet daye Şamê ku were Dohayê û peymanek îmza bike ku dawî li tepeserkirina xwenîşanderan tîne.

Bi alîyekî din ve, bizavkarên Sûrî ragihand ku herî kêm 23 kes di xwepêşandanên seranser welat de, li Sûrîyê hatine kuştin.

Dîdevan dibêjin, çer û pevçûnên navbêra hêzên hikûmetê û hevrikan de berfirehtir dibin, jiber ku gelek leşker ji artêşê direvin û tev li refên hevrikan dibin.

XS
SM
MD
LG