Balyozê Erebistana Siûdî li Yemenê got, ku Tengava Bab el-Mendebê ji “paşmayên çekdarên Hûsîyan hatiye paqijkirin.”
Muhemmed bin Seîd el-Cabir Balyozê Erebistana Siûdî li Yemenê, roja Înê ev daxuanîye dabû, di demekê de ku ti piştrastkirineke serbixwe derbarê rewşa li ser erdê tune ye û Hûsiyan îdiayên berê derbarê pêşveçûna hêzên hikûmetê de red kirine.
Berdevkê hêzên çekdar yên Yemenê li roja Çarşemê di peyamekê de ku li ser platforma Xê ragihand, ku hêzên wan, di çarçoveya operasyona “Berbanga Yemenê” de, 2103 operasyonên leşkerî li dijî Hûsiyan pêk anîne. Li gorî daxuyaniyê, 1,860 çekdar hatine kuştin û bi sedan alavên leşkerî hatine jinavbirin.
Turki al-Malikî, berdevkê hevpeymanîya bi pêşengîya Erebistana Siûdî, di daxuyaniyeke xwe ya li ser platforma Xê de ragihand ku li parêzgehên Se’ade, Hudaydah, al-Cawf û Ma'rib ê, 82 armanc hatine wêran kirin, di nav de 11 embarên mûşekên balîstîk jî hebûn.
Her ji dema destpêkirina operasyona hêzên hikûmeta Yemenê bi piştgirîya Erebistana Siûdî, dibêjin ku wan karîne bajarê Mixa, balafirgeha Zibab, cih û deverên din ji nû ve kontrol bikin.