Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netewên Yekbûyî: Li Yemenê 22 Sivîl Hatin Kuştin


Netewên Yekbûyî roja Sêşemê ragihand ku li Yemenê herî kêm 22 sivîl hatine kuştin, di nava kûştiyan de zarok û jin hene.

Lise Grande kordînatora Netewên Yekgirtî ya pirsên mirovatî li Yemenê li gur çavkaniyên tendirustiyê dide zanîn ku ji encama êrîşa li ser rêveberîya Kşre li parêzgeha "Hica" bo sedema kuştina 10 jinan û 12 zarokan û birîndarbûna 30 kesan 14 ji birîndaran jiyê wan li jêr 18 salîyê de ye.

Grande herwiha dibêje"piraniya zarokên birîndar bo nexweşxanên rêveberîya Abis û Sana' hatine veguhastin, pêwîstî bi rizgarkirina çend kesên dî jî heye".

Hevpeymaniya Erebî bi serokatiya Erebistana Saûdî pir caran ji aliyê rêxistinên mafên mirovan û Netewên Yekgirtî ve hatîye rexne kirin dibêjin sivîlan dikin armanca êrîşên xwe, lê Hevpeymaniyê her dem ew îdîda red kirine.

Peyvdarê hevpeymaniya Erebî nexwest bersiva ajansa Reuters bide ya derbê êrîşê kanê kê encam daye, lê kenalê Al Arabiya TV ya ku ji aliyê Erebistana Saûdê ve tê weşandin ragihand ku milîtanên "Husî" ew êrîş pêkanîye.

XS
SM
MD
LG