Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Axaftinên Aliyên Yemenê Balê Didin ser Azadkirina Girtiyan


Aliyên şer ên welatê Yemenê bo roja Çaran li Swêd kom bûn ji bo bihevguhertina girtiyan, ku renge hemî girtiyên herdû aliyan di çar salên şer de vehewîne.

Endamê şandê hikûmeta Yemenê Askar Zouail, ku Erebistana Saudî û Amerîka piştgiriya wan dikin, îro Yekşemê ji peyamnêran re got axaftin pêş dikevin ber bi cîbicîkirina proseya komkirina hezaran girtî û bihevguhrandina wan.

Ew ji cihê kombûnan li nêzîkî Stokholmê axivî û got etmosfereke erênî heye û ew geşbînin

Serhildêrên Hosî ku Îran piştgiriya wan dike, dibêjin komîtek vê mijarê gotûbêj dike û ew amade ne ji bo bihevguhertina girtiyan.

Serhildêr dibêjin gelek şervanên wan li cihên ne diyar ên derveyî Yemenê girtî ne.

XS
SM
MD
LG