Firokên ceng yên Erebistana Saudî û yên hevalbendên wê di roja duyê de, berdewam êrîşên esmanî li ser li armancên serhildayên Şîa yên Houthi li Yemenê dikin ku piranîya wî welatî xistine bin kontrola xwe.
Firokên koalîsyona herêmî, bingehên leşkerî û armancên din yên li dora paytaxt Sana kirin armanc.
Karbidestên leşkerî got, êrîşên esmanî herêma bakur Saada jî kirin armanc ku serhildayên Houthi li wê derê xurt in.
Karbidestên leşkerî yên Saudî jî radigihînin ku qonaxa yekê ya operayonê “serketî” bûye.
Lê, şîretvanê wezareta derve ya Saudî Ahmad Bin Hassan Asiri got, divê ku operasyoneke erdî ya hêzên hevalbendan pêdivî be.