Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Saudî Bo Piştgirîya Salih Hêzên Husîyan Dikin Armanc


Arşîv
Arşîv

Firokên koalîsyona bo pêşengîya Erebistana Saudî, bi piştgirîdana serkê berê Alî Abdullah Salih îro Duşemê mîlîtanên Husî yên li Sana ya paytaxta Yemenê kirin armanc.

Salih ku berê hevalbendê Husîyan bû, piştgirîya xwe ji wê rêxistina ser bi Îranê ve kişandibû.

Husîyan îro îdia dikin ku wan, piştî şerên giran yên nav bajêr ku bi dehan kes tê de hatine kuştin, dijî hêzên Salih pêşketinên girîng bi dest xistine.

Lê, rûniştvanên bajêr ragihand ku şerên dijwar li seranser şevê berdewam kirin û dengê peqînkarandihatin bihîstin.

Dîdevanan ragihand ku eşkere bû firokên koalîsyênê bo piştgirîdana hêzên Salih êrîş dibirin ser xalên Husîyan.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di Civata Giştî de bang li alîyên şerker kir ku êrşên li erdê û esmanî rawestînin.

XS
SM
MD
LG