Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşekê de Pirtir ji 10 Kesan li Yemenê Hatin Kuştin


Zarokekî Yemenî daxwaza sekinandina şerê li welatê xwe dike

Di êrîşekê de pirtir ji 10 sivîl li herêma Saada ya bakurê Yemenê hatine kuştin ku di nav wan de zarok jî hene.

Jêderên saxlemîyê û medya ser bi serhildayên Husî ragihand ku êrîş ji hêla Erebistana Saudî hate kirin û bazerek hat armancgirtin.

Rêvebirê nexweşaneya El Cumhûrî Salih Qurban ragihand ku di êrîşa esmanî ya Erebistana Saudî de 13 kes hatine kuştin. Di êrîşa esmanî ya ser taxa Qatabir de 23 kesên din jî birîndar bûn.

“Di nav şehîdan de 2 zarok hene û 11 zarokên din jî birîndar bûn,” Qurban ji Reutersê re got.

Televîzyona El Mesirah jî ragihand ku di êrîşê de pirtir ji 10 sivîl hatine kuştin.

Berdevikê koalîsyona bi pêşengîya Saudîyan, Kolonel Turki el-Malkî got ku Husîyan êrîşa ser bazara taxa Qatabir kiriye, lê wî zelal nekir ku êrîşeke çi rengî pêk hatiye.

XS
SM
MD
LG