Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Esmanî de Kuştî li Yemenê Hene


Piştî êrşeke esmanî wêranbûna li istana Cawf ya Yemenê (15/02/2020)
Piştî êrşeke esmanî wêranbûna li istana Cawf ya Yemenê (15/02/2020)

Rûniştvanên xwecîhî û rêvebirekî Husîyan li Yemenê ji Reutersê re got ku di êrîşeke esmanî de herî kêm 7 sîvîl li istana el-Cawf ya bakur hatine kuştin.

Berdevikekî leşkerî ya Husîyan ragihand ku di êrîşa esmanî ya Erebistana Saudî ya ser taxên sîvîlan de 9 kes hatine kuştin ku 2 ji wan zarok bûn.

Lê, rûniûtvanan jî ji ajsansê re got ku di êrîşê de 7 kes hatine kuştin.

Derbarê êrîûln esmanî û kuştina sîvîlan demûdest ti daxuyanî ji koalîsyona piralî ya bi pêşengîya Erebistana Saudî nehate dayîn.

XS
SM
MD
LG