Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Husîyan Ser Daxwaza NY Qayil Dibin ku Êrîşên Dijî Saudîyan Rawestînin


Serhildayên Hûsî yên Yemenê, piştî banga agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî qayil bûn ku êrîşên dronî û yên mûşekî li hember Erebistana Saudî û endamên din yên koalîsyona hevalbend rawestînin

“Ger Erebistana Saudî bi rastî aştî dixwaze, em hazir in ku bi banga ya Neteweyên Yekbûyî bi cîh bînin. Me li ser daxwaza nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî Martin Griffiths biryar da ku êrîşên xwe rawestînin,”rêberê Hûsîyan Mihemed Alî el-Husî, di daxuyanîyekê de got.

Melikê Erebistana Saudî Salman jî got ku ew bi biryar e ku bi hewilên navnetewî yên cîhanîna agirbesteke li Yemenê pêbend be.

Koalîsyona bi pêşengîya Saudîyan ji dijî Husîyan di şer de ne, piştî ku wan di sala 2014an de paytexta Yemenê Sanaa ji hêzên hikûmetê standibû.

Neteweyên Yekbûyî hêvî dike ku heta dawîya salê danûstandinên aştîyê li Yemenê destpê bikin.

XS
SM
MD
LG