Donzdeh ajansên alîkarîya mirovahî ku li Yemenê dixebitin, îro Seşemê ragihand ku wan karê xwe li bajarokê of el-Dhalea sekinadinye, piştî ku avahîya wan bû armanca êrîşan.
Neteweyên Yekbûyî hişyarî dabû ser alozîya zêdebûyî û kempeynên medyayî yên dijî rêxistinên alîkarîya mirovahî.
Di êrîşan ku bi piranî şeva Şemîyê qewimîbûn Xaça Sor jî di nav de jimareke rêxistinên navnetewî rastî êrîşên bi roketan hatibûn. Di wan êrîşan de 1 kes birîndar bûbû û zararên mezin çêbûbûn.
Rêxistinên alîkarîyê ragihand ku îro jî avahîya Oxfam ya valakirî bû armanca êrîşên çekdarî.
Berpirsê Alîkarîya Mirovî yê NY’ê Mark Lowcock roja Duşemê dîyar kiribû kuv bi cemidandina karê 12 rêxistinan, bandor li nêzî 217,000 rûniştvanên herêma Dhalea dike.
Di şerê Yemenê de, heta niha bi hezaran kes hatine kuştin û bi mîlyonan kesên din jî rûbirûyê birçîbûnê mane.