AP’ê îro Sêşemê ragihand ku hêzên koalîsyonê yên bi pêşengîya Erebîstana Saudî li Yemenê êrîşên esmanî li dar xistine.
Li gor dîdevan û karbidestan bi kêmî ve 25 kes di êrîşan de hatin kuştin.
Êrîş li Taiz ya li rojavayê Yemenê bi ser bazarekê de pêk hat û AP ji zarê karbidestan radigihîne ku di nav kuştîyan de zarok jî hene.
Dîdevan û karbidestên ku agahî dan AP’ê dîyar kir ku ew ji bersîvdanê ditirsin û jiber vê navên xwe eşkere nekirin.
Koalîsyonê derbarê êrîşên esmanî de hîn ti daxuyanî nedaye.
Rêxistinên mafên mirovan yên navneteweyî, Erebîstana Saudî jiber êrîşên li ser bazar, nexweşxane û warên sîvîlan tawanbar dike.
Di şerê navxweyî ya Yemenê de heta niha bi kêmî ve 10,000 sîvîl hatin kuştin û metirsîya xelayê jî ro bi ro li wî welatî zêde dibe.