Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon banga agirbesteke demûdest li Yemenê kir ku koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî êrîşên xwe yên esmanî li wî welatî didomîne.
Ban do Pêncşemê li Washingtonê hişyarî da ku Yemen di nav êgir de ye û divê hemî alî neyartî bihêlîn alîyekî û tev li danûstandinan bibin.
“Neteweyên Yekbûyî li Yemenê piştgirîya prosesa dîplomatîk kir û ew yek hîn jî rêbaza herî baş e ku dawî li şerê berdewam bîne ku encamên neyênî li tevahîya herêmê dike.”
Heta niha herî kêm 700 kes, ji destpêbûna êrîşên esmanî yên koalîsyonê vir ve, li Yemenê hatine kuştin.