Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevkê Pentagonê: Amerîka li Yemenê Êrîşên Nû li Dar Xistin


Li Sana ya paytaxt piştî êrîşeke esmanî, Sibat 2017
Li Sana ya paytaxt piştî êrîşeke esmanî, Sibat 2017

Reuters’ê ji zarê berdevkê Pentagonê ragihand ku Amerîka, ji hefteya borî ve li Yemenê 20 êrîşên esmanî birine ser çekdarên El-Qaydê.

Berdevkê Pentagonê Jeff Davis da zanîn ku ji 28'ê Sibatê vir ve, li ser wesayît û enîyên El-Qaydeya Nîvgirava Erebî (AQAP), ji 70’î zêdetir êrîşên esmanî hatine li dar xistin.

Şerê navxweyî ya li Yemenê di sala sêyan de ye ku heta niha nîvê wan sîvîl 10 hezar kes hatine kuştin.

Piştî ku çekdarên Husî, ku alîgirê serokê Yemenê yê kevn Ali Abdullah Salih in, Sana ya paytaxt bi dest xistin pevçûn li wî welatî gur bûn.

Serokê Yemenê Abdurabbu Mansur Hadî paytaxt terk kir û koalîsyona ku Erebîstan Siudî pêşengê wê ye êrîşên esmanî birin ser serhildayan.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar dike ku jiber peydanebûna pêdivîyan, li Yemenê 2 mîlyon ji wan zarok, 3 mîlyon kes nikarin têr vexwin-bixwin.

XS
SM
MD
LG