Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres Banga Çareserîyeke Sîyasî ji Şerê Yemenê re Dike


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Antonio Guterres bang li alîyên şerker li Yemenê kir ku çareserîyeke sîyasî ji şerê navxweyî yê çar salan bibînin ku 22 mîlyon kes hewceyî alîkarîya tengavî kiriye.

“Lihevkirineke sîyasî ya hevbîrkirî ku hemî hêzên Yemenê hembêz dike, teka reya çaresî ye. Ez bang li hemî alîyan dikim ku demûdest ligel Nûnerê minî Taybet Martin Griffiths bixebitin,” Guterres di konferansa taybet ya ser rewşa Yemenê de got.

Neteweyên Yekbûyî konferanseke taybet li Erebistana Saudî li dar dixe ku bersîvdana xirabtirîn kêşeya mirovahî ya cîhanê bide û 3 mîlyar dolar dirav bicivîne.

Wezîrê Derve yê Yemenî Abdilmelîk el-Mexlafi jî banga vegera maseya danûstandinan kir û got ku hikûmeta wî dixebite ku bendav û firîngehên welêt ji alîkarîyên mirovahî re veke.

Di şerê hindurîn yê Yemenê de, heta niha pirtir ji 10,000 hatin kuştin, zêdetir ji 2 mîlyon kesên din jî rûbirûyê birçîbûnê mane.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG