Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY bo Sivîlên Yemenê Banga Vekirina Korîdora Alîkarîyê Dike


Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Hudeyda ya Yemenê bi sed hezaran sivîl di navbera pevçûnên Husîyên Şîa û hêzên hikûmetê yên bi piştgirîya Erebistana Saudî de mane.

NY da zanîn ku di sê rojên dawî de pevçûn gur bûne, loma divê alîyên şerker bo sivîlan demûdest korîdora alîkarîyê vekin.

Kordînatora Alîkarîya Yemenê ya NY’ê Lise Girande dîyar kir ku 900,000 kes birçî dimînin û bi qasî 90,000 jinên ducanî jî di bin metirsîyeke mezin de ne.

Save The Children, ku rêxistina alîkarîya zarokan e, do Pencşemê dabû zanîn ku 4,200,000 zarokên li Yemenê l i sînorê birçîbûnê dijîn û bi metirsîya mirînê re rû bir û mane.

Li Yemenê şerê navxweyî di sala 2015’an de destpê kir û heta niha bi qasî 10,000 kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG