Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yemen: Bi Hezaran Zarok ji Birçîbûnê Dimirin


Save the Children, ku rêxistineke navneteweyî ya bo alîkarîya zarokan e, dîyar kir ku li Yemenê, 85,000 zarokên di bin temenê 5’an de jiber birçîbûnê mirine.

Neteweyên Yekbûyî (NY) meha borî dîyar kiribû ku 14,000,000 Yemenî bi metirsîya birçîbûnê re rû bi rû mane.

Li Yemenê, ku sê sal in di şerê navxweyî de ye, 22,000,000 kes li benda alîkarîya mirovî ne.

Jiber cengê û dorpêça koalîsyona bi pêşengîya Erebîstana Saudî, li Yemenê kêşeya herî mezin ya sed salên dawî pêk tê.

Hudeyda, ku bajarê herî mezin yê bendergehê ye, di destê Husîyên Şîa de ye.

Husîyan û koalîsyona bi pêşngîya Erebîstana Saudî di rojên borî de ser agirbestê danûstandin kiribûn, lê jêderên herêmî radigihînin li Hudeyda pevçûn û bombebaran didomin.

Berî cengê, 90 ji sedê xwarina Yemenê di ser Hudeyda re belav dibû.

Save The Children dîyar kir ku wan di ser daneyên NY’ê re hejmara zarokên jiber birçîbûnê mirine derxistiye.

Dîrektorê Save the Children yê Yemenê Tamer Kirolos da zanîn ku hin zarok bi qasî ku nikaribin bigirîn qels ketine û li ber çavên dê û bavên xwe jîyana xwe ji dest didin.

NY bang li alîyê cengê dike ku demûdest vegerin danûstandinên agirbestê.

XS
SM
MD
LG