Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ermenistanê Sê Çekdar Êrişî Bingeheke Polîsan Dikin


Polîsê Ermenistanê
Polîsê Ermenistanê

Wezareta Karên Hundir ya Ermenîstanê diyar kir ku roja Yekşemê li taxa Nor Norkê ya paytexta welêt Erîvanê 3 kesên çekdar hewl dane êrîşî navendeke polîsan bikin.

Wezaretê got jî ku li gorî zanyariyên destpêkê, du ji wan sê kesan êrşîkar di encama teqîna bombeyeke destî de birîndar bûne.

Hat ragihandin ku kesê sêyem hê jî li derveyî bingeha polîsane û bombeyeke destan bi wî re ye.

Platformên medyaya civakî kurte vîdyo belav kirin, ku wan got hewldaneke êrşîa serdagirtinê heye, ku tê de dengê bombeyekê dihat bihîstin.

Ajansa TASS ya Rûsî ragihand ku fermandarê hêzên polîs yên Ermenistanê li cihê bûyerê bû da ku bi wî zilamî re danûstandinan bike.

Ajansa nûçeyan ya Interfax îro Yekşemê li ser zarê medyaya xwecihî ragihand ku dibe ku çekdarên rêxistina 'Combat Brotherhood' bin, ku 50 endamên wê roja Yekşemê serê sibê hatin girtin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG