Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zarokên Êzîdî yên Efrînî li Şahba Perwerdeya Ser Ola Xwe Dibînin


Komîteya perwerdê ya Yekîtîya Êzîdîyên Efrînê jibo zarokên Êzîdî ku wek penaber li Şehba dijîn, waneyên olî pêşkêş dike.

Komîteya ku berî 3 salan li Efrînê dest bi hînkirina ola Êzîdî kiribû, dîsa li Şehba dersên olî dide.

Mamosteya ola Êzîdî Roxaş Mustefa got ku wan xwest zarokên xwe fêrî ola Êzîdî bikin: koka ola wan û merasîmên olî û qewl û nîyazên xwe hîn bin”.

“Me berî 3 salan li Efrînê dest bi fêrbûnê kir. Piştî me xwe pêk anî, em bûn mamoste û derbazî gundên Êzîdî bûn û perwedeya ola Êzîdî dida zarokan”.

Mustefa dîyar kir ku piştî êrîşa Tirkîyê û komên tundrê dijî Efrînê û koçberîya wan ber bi Şehba ve, waneyên olî hatibûn rawestandin.

Mustefa got ku wan sazîya xwe jinûve li Şehba rêkûpêk kirine û ew mehek e wan dîsa karê xwe destpê kiriye.

“Em naxwazin zarokên me ji ola xwe dûr kevin. Gava dijman êrîşî me kir armanca wî ew bû ku em ji çanda xwe qut bin û Êzîdî hinda bibin sebî ku ew bingeha Kurdan in”.

Zarokên Êzîdî ku ji dersên ola xwe demekê bê par mabûn, kêfxweş in ku ew dîsa fêr dibin.

Şagirt Elîşan Nebo şabûna xwe dîyar dike ku ew dîsa dest bi dersên olî dibin,

Hêjayî gotinê ye ku li Herêma Efrînê 22 gundên Êzîdî hene û ew di salên borî de di bin Rêvebirîya Xweser de bi azadî merasîmên xwe yên olî pêk tanîn.

Piştî destdanîna Tirkîyê ya ser Efrînê, xeterî li ser vê kêmanîya olî çêbû û piranîya Êzîdîyan koçber bûne.

Yekîtîya Êzîdîyên Efrînê dide zanîn ku 800 malbatên Êzîdî niha li Şehba wek penanber dijîn.

NR_12_28_2018_Ezidi_Education
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:11 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG